• Sunday, 28 April 2024
logo

NY: Tundûtûjiya li dijî jinan 2 caran zêdetir bûye

NY: Tundûtûjiya li dijî jinan 2 caran zêdetir bûye
Sekreterê Giştî yê NY ragihand, di heyama du hefteyên derbasbûyî de, bûyerên tundûtûjiya li dijî jinan li malê, bi şêweyekî berbiçav zêde bûne. Hejmara wan jinên daxwaza alîkariyê kirine li hinek welatan 2 car zêde bûye. Lê li Kurdistanê rêjeya tundûtûjiyê, berevajî welatên din kêm bûye.

Antonio Guterres, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî (NY), di peyameke vîdyoyî de, daxwaz dike tundûtûjiya li nava malan bi dawî bê ku metirsî heye qurbaniyên wê tundûtûjiyê ji ber rêkarên bo rêlibergirtina belavbûna vîrusa koronayê li hinek bajaran, nekarin xwe bigihînin cihekê.

Sekreterê Giştî yê NYê daxwaz ji hikûmetên welatan dike, tedbîrên pêwîst bigirin bo ku rêlibergirtina tundûtûjiya li beramber jinan di dema kerentînê de û hevdem daxwaz dike baştirkirina rewşa jinan bikin beşek ji planên xwe bo rûbirûbûna koronayê.

Li gelek welatên cîhanê rêjeya tundûtûjiya li beramber jinê zêde bûye ku beşek ji wan welatan ev in;

Awustralya

Awustralyayê ragihandiye ku nêzikî 6.61 milyon dolar bo rûbirûbûna tundtûjiya li nav malan terxan kirine. Ev jî piştî wê ku dezgehên taybet aşkere kirine, binpêkirin li beramber jinan zêde dibe. Herwiha li gor gotina serokwezîrê wî welatî, piştî tedbîrên kerentînkirinê bo rêlibergirtina belavbûna vîrusa koronayê, rêjeya lêgerîna ji bo hevkariyê li Googleyê ji sedî 75 zêde bûye.

Komeleya ‘Womens Safety’ ji bo rûbirûbûna tundûtûjiya li malan li New South Wales ku wîlayeteke qelebalix e, diyar dike, zêdetir ji sedî 40ê karmendan ragihandine, hejmara wan kesên skala hebûne, zêde bûye. Yek li ser 3 ji wan skalayan jî peywendî bi rêkarên vîrusa koronayê hebûye.

Fransa

Li Fransayê jî rêjeya destwerdana hêzên polîs di maweyê hefteyekê de li kerentînê, ji sedî 36 zêde bûye. Li wî welatî çendîn tedbîr hatine girtin bo rûbirûbûna tundûtûjiya li dijî jinan. Li gor amarên berî belavbûna vîrusa koronayê li Fransayê, her sê rojan jinek ji aliyê hevjîn an hevjînê xwe yê berê ve hatiye kuştin. Ev jî tevî hebûna hêla germ ku jin dikarin berdewam di dema hebûna tundûtûjiyê de peywendî bikin.

Çîn

Li Çînê, di dema belavbûna vîrusa koronayê de, tundûtûjiya li dijî jinan bi rêjeya ji sedî 300 zêde bûye. Ji roja 25.02.2020 ta 15.03.2020, 300 haletên cudabûnê hatine tomarkirin, bi şêweyekê ku di her rojekê de 14 haletên cudabûnê hatine tomarkirin.

Medya navxwe ya Çînê li navçeya Hubei ragihandiye, di dema kerentînê de, 162 raportên tundûtûjiyê hatine tomarkirin, di demekê de ku sala derbasbûyî 47 raport hatibûn tomarkirin. Li gor gotina efserekî xanenişînkirî, ji sedî 90ê tundûtûjiyan peywendî bi tedbîrên koronayê heye.

Amerîka

Hêla germ a taybet bo rûbirûbûna tundûtûjiya li dijî jinan, li çend wîlayetên Amerîkayê bi şêweyekî çaverênekirî zêde bûye ku tê de jinan daxwaza alîkariyê kirine, ji ber ku ji aliyê zilaman ve tundûtûjî li hember hatiye kirin di rojên destpêka kerentînê de. Li gor amarên polîsê taybet bi tundûtûjiya li dijî jinan, li bajarê Seattle li bakurê rojavayê Amerîkayê, rêjeya peywendiyan ji sedî 23 zêde bûye. Herwiha li bajarên Nashville û Washingtonê jî rêje digihije ji sedî 55.

Brazîl

Li gor zanyariyên dadgerekê ku pispor e di warê tundûtûjiya li dijî jinan, li bajarê Rio de Janeiro li Brazîlê, haletên tundûtûjiyê bi rêjeya ji sedî 45 zêde bûye.

Tunis

Wezîrê Jin û Malbatê li Tunisê ragihandiye ku rêjeya tundûtûjiya li beramber jinan di maweyê kerentînê de 5 caran zêdetir bûye, bi diyarkirî jî di navbera rojên 23ê ta 27.03.2020.

Iraq

Li Iraqê hejmarek ji malbatan ku ji eşîran in, heta niha rê bi wê nadin ku jin bo kerentînkirinê bên birin.

Kurdistan

Berevajî piraniya welatên din ên cîhanê ku ji ber rêkarên rêlibergirtina belavbûna vîrusa koronayê xelk piraniya dema xwe di malê de derbas dikin, li Kurdistanê rêjeya tundûtûjiya li dijî jinê kêm bûye.

Li Başurê Kurdistanê, di heyama pêkanîna qedexeya hatinûçûnê de ji bo rêlibergirtina belavbûna vîrusa koronayê, rêjeya tundûtûjiya li beramber jinê, ji sedî 70 kêm bûye.

Ferman Mihemed, Berdevkê Rêveberiya Navenda Tundûtûjiya li Beramber Jinê li Hewlêrê, ji Rûdawê re ragihand, ji roja 14ê Adarê ku qedexeya hatinûçûnê dest pê kir, rêjeya tundûtûjiya li beramber jinê ji sedî 71 kêm bûye.

Li gor zanyariyên Mihemed, di heyama mehekê de ji Hewlêr û derdora wê, 36 gilî derbarê tundûtjiya li dijî jinê de gihiştine ber destê wan ku ev li gor amara par, tê wateya ji sedî 71ê kêmbûna tundûtûjiya li dijî jinê.

Rudaw
Top