• Sunday, 28 April 2024
logo

Polîsê Hewlêrê: Ev du hefte ne ne dizî hatiye kirin ne jî kes hatiye kuştin

Polîsê Hewlêrê: Ev du hefte ne ne dizî hatiye kirin ne jî kes hatiye kuştin
Polîsê Hewlêrê ragihand, di heyama hefteyên borî de ti diziyek nehatiye kirin û ti kes jî nehatiye kuştin.

Berdevkê polîsê Hewlêrê, Hogir Ezîz ji BasNewsê re got, ev du hefte ne bi fermana wezareta navxwe û bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin û welatî li malên xwe de dimînin. Polîs jî rojane li nav kolanên bajêr de digerin.

Hogir Ezîz her wiha got, vê yekê jî bandor li ser rêjeya sûc û tawanan kiriye. Ji ber ku zêdetir du hefteyan e ne dizî hatiye kirin ne jî kes hatiye kuştin.

Basnews
Top