• Sunday, 28 April 2024
logo

Li Kurdistanê di heyama qedexeyê de tundiya li dijî jinê kêm bû

Li Kurdistanê di heyama qedexeyê de tundiya li dijî jinê kêm bû
Li Herêma Kurdistanê di heyama qedexeya ji ber rûbirûbûna vîrusa koronayê de bi rêjaya ji sedî 70 tundiya li dijî jinê kêm bû.

Li welatên derdorê, di vê heyama ku xelk ji ber rûbirûbûna vîrusa koronayê piraniya demê xwe li malên xwe derbas dike de, tundiya li dijî jinê, bi awayeke berçav zêde bûye, lê li Herêma Kurdistanê rewşeke berevajoyê derkete holê û tundiya li dijî jînê kêm bûye.

Derbarê mijarê de Berdevkê Rêveberiya Tundiya li Dijî Jînê yê Hewlêrê Ferman Mihemed ji Rûdawê diyar kir ku li Hewlêrê ji 14ê Adarê roja qedexeya derkeitina derve hate ragihandin heta niha bi rêjaya ji sedî 70 tundiya li dijî jinê kêm bûye.

Ferman Mihemed dibêje: “Li Hewlêr û navçeyên wê, di heyama mehekê de, ji ber tundiya li dijî jinê, 36 gilî hatine tomarkirin û herwiha carekê jî hewldana xwekuştinê çêbûye. Li gor mehên pêştir bûyerên tundiya li dijî jinê, bi rêjaya ji sedî 71 kêm bû.”

Li Silêmanî û Duhokê bûyerên tundiyê kêm bûn

Berdevkê Rêveberiya Tundiya li Dijî Jînê yê Silêmaniyê Hîwa Kerîm jî destnîşan kir ku di meha Adarê de li gor mehên pêştir, bi awayeke berçav bûyerên tundiyê yên li dijî jînê kêm bûne.

Hîwa Kerîm da zanîn ku li Silêmaniyê di meha Adarê de ji ber bûyerên tundiyê, 39 gilî li ba wan hatine tomarkirin û ji wan 37 bi lihevkirin hatine çareserkirin.

Li ser heman mijarê Berdevkê Rêveberiya Tundiya li Dijî Jînê li Duhokê Aram Mihemed jî destnîşan kir ku di heyama qedexeya derketina derve de, bûyerên tundiyê yên li dijî jînê bi rêjeya ji sedî 75 kêm bûye.

Aram Mihemed got: “Di meha Adarê de 25 bûyerên tundiya di nav malbatê de li ba me hatin tomarkirin. Ji wan ji di navbera jin û mêran de rû daye. Pêştir di heyama mehekê de derbarê tundiyê de kêm zêde 200 gilî hebûn. Lê di vê heyamê de bûyerên tundiyê bi rêjeya ji sedî 75 kêm bûne.”

Rudaw
Top