• Saturday, 27 April 2024
logo

DUHOK- Di şerê du malbatan de kesek hat kuştin

DUHOK- Di şerê du malbatan de kesek hat kuştin
Li gundekî qezaya Sêmêlê li sînorê parêzgeha Duhokê, ji ber nakokiyên li ser zewiyan, di navbera du malbatan de şer derket û kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Rêveberê Nahiyeya Batêl li qezaya Sêmêlê, Eyser Cercîs ji Rûdawê re ragihand: “Li gundê Sûriya ya ser bi nahiyeya Batêlê ve şer di navbera malbateke Kurd û malbateke Ereb de li ser xewiyekê çê bûye û di şer de kêr hatiye bikaranîn.”

Eyser Cercîs diyar kir: “Ji ber şerê bi kêran de zilamek hatiye kuştin, ku Kurd e û du zilamên din jî ji her du malbatan birîndar bûne.”

Cercîs got: “Birînên wan kesan dijwar in û bo Nexweşxaneya Hawarçûnê ya Duhokê hatine şandin.”

Rêveberê Nahiyeya Batêlê herwiha destnîşan kir, şeş kes ji her herdu malbatan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin û tekez kir, hêzên ewlehiyê rewş li wî gundi kontrol kirine.

Gundê Sûriya 30 km ji rojavayê nahiyeya Batêlê dûr e û Kurd û Krîstiyan têde dijîn û “bi gotina Rêveberê Nahiyeya Batêlê ew jî ji bo karê şivantiyê li wî gundi bicih bûne.”

Rudaw
Top