• Sunday, 28 April 2024
logo

Li Amedê şerê bi kêr, dar û çekan: 4 birîndar

Li Amedê şerê bi kêr, dar û çekan: 4 birîndar
Li bajarokê Yenîşehîr yê Ameda Bakurê Kurdistanê li kafeyekê di navbera du grûpan de şerê bi kêr, dar ‎û çekan derket û 4 kes birîndar bûn.

Bûyer, derengê şeva derbasbûyî li kafeyeke Taxa Kooperatîfler a bajarokê Yenîşehîr li ser cadeya Rizvanaga qewimî. ‎Li kafeyê ji ber sedemên ku heta niha nayên zanîn di navbera du grûpan de nîqaş derket û di demeke ‎kurt de veguherî şer. Di şer de ku çek, kêr û dar hatin bikaranîn 4 kes birîndar bûn.‎

Şer û pevçûnê li derveyî kafeyê jî berdewam kir û camên ambûlansa ku xwest birîndaran jî veguhêze ‎hatin şikandin. Paşê birîndar bo nexweşxaneyê hatin veguhestin û hat ragihandin ku hinek gumanbar ji ‎aliyê polîsan ve hatine desteserkirin.

Rudaw
Top