• Sunday, 28 April 2024
logo

MÊRDÎN – Kesekê dayika xwe kuşt û bavê xwe bi giranî birîndar kir

MÊRDÎN – Kesekê dayika xwe kuşt û bavê xwe bi giranî birîndar kir
Li bajarê Mêrdînê ciwanekê dayika xwe kuşt û bavê xwe jî bi giranî birîndar kir.

Bûyer li navçeya Kerboran a Mêrdîna Bakurê Kurdistanê qewimî. Li gor zanyariyan ciwanê bi navê F.B ku temenê wî 18 sal e, derengiya şeva derbasbûyî, bi kêrê êrişî dayik û bavê xwe kir.

Di encama wê êrişa kurê xwe de, dayika bi navê L.B ku gewriya wê hatibû birîn, canê xwe ji dest da.

Herwiha wî ciwanî piştî ku dayika xwe kuşt, bi kêrê êrişî bavê xwe jî kir û bavê xwe jî bi giranî birîndar kir.

Ew zilamê bi navê Ş.B ku di êrişa kurê xwe de ji stûyê xwe bi giranî birîndar bû, bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê hat veguhastin û li gor zanyariyan rewşa wî giran e.

Termê hevjîna wî jî bo karûbarên otopsiyê bo morga heman nexweşxaneyê hat rakirin.

Ew ciwanê ku dayika xwe kuşt û bavê xwe jî bi giranî birîndar kir, ji aliyê hêzên emnî ve hat desteserkirin û derbarê bûyerê de jî lêpirsîn hat destpêkirin.

Li gor zanyariyan ev heyamake çareseriya derûnî bo wî ciwanî dihat kirin.

Rudaw
Top