• Thursday, 02 May 2024
logo

Tenê 100 dolarên wî hebû niha bûye xwediyê 450 hezar dolar

Tenê 100 dolarên wî hebû niha bûye xwediyê 450 hezar dolar
Penaberekî Rojavayê Kurdistanê dawî li jiyana li kampan anî û dest bi kar kir û jibilî bicîkirina projeyên xwe û başkirina rewşa xwe, karî derfeta kar bo penaberên din jî dabîn bike.

Her yek ji wan penaberên ji Rojavayê Kurdistanê hatine û maweyê çend sal e li Herêma Kurdistanê niştevic bûne, çîrokên xwe hene.

Ebu Lorênis berî 8 salan hatiye Başurê Kurdistanê û bi gotina wî, wê dema ku li kampa Domîz niştecih bû, tenê 100 dolar li gel hebûn, lêbelê niha xwediyê 3 çapxane û xwaringehekê ye ku dibêje, sermiyana wî gihiştiye 450 hezar dolar.

Ebu Lorênis dibêje, Kurdên Rojava bi giştî weke lawazên pere hatin, lê wan çaverêya alîkariyan nekir û girîngî bi karê xwe dan û tekez dike ku projeyên wî jî hene bo salên bê û herwiha radigihîne, “Ev peyama min jî bo Kurdên me yên Başûr e; derfet heye ku mirov xwe pêş bixe.”

Ebu Lorênis, dibêje, jibilî ku bûye xwedî kar, derfeta kar bo penaberên din jî dabîn kiriye. Herwiha di geşekirina aboriya Herêma Kurdistanê de jî beşdar bûye.

Li aliyê din heta niha zêdetir ji 300 penaber li kampa Domîzê bûne xwediyên projeyên xwe.

Rudaw
Top