• Thursday, 02 May 2024
logo

Di heyama salekê de 23 jin li Rojava hatin kuştin

Di heyama salekê de 23 jin li Rojava hatin kuştin
Li gor amarên fermî li Rojavayê Kurdistanê sala borî 23 jin hatine kuştin û 3 bûyerên destdirêjiya cinsî hatine encamdan û 11 caran hewla destdirêjiya cinsî hate kirin.

Beşdariya jinan di karên giştî yên saziyên Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê û di kertên taybet de piştî kirîza Sûriyê du qat zêde bûye.

Terzî Xaliya Xelo 15 Sal e karê dirûtinê dike, niha jî bi rêya rêxistinên taybet bi jinan li bajarê Qamişlo ew keç û jinan fêrî dirûtinê dike.

Xaliya Xelo jî got: “Bi rastî fedeyeke gelek baş li van jinan dibe. Ew dikarin hem di aboriya mala xwe de bibin alîkar û hem dikarin ji zarokên xwe re cilûbargan bidirûn.”

Endama Rêveber a Hevgirtina Jinên Kurd li Sûriyê Heyat Qiço ku di destpêka kirîza sûriyê de bi hevalin xwe re hevgirtineke jinan damezrand, daxwaz dike jin di biryara siyasî de xwedî roleke zêdetir be.

Heyat Qiço dibêje: “Berî şoreşê ji sedî 14 jinan kar dikirin, niha bûye ji sedî 24,5 lê niha jî negihîştiye asta pêwîst. Em dixwazin beşdarî jinan di hemû waran de zêde bibe.

Tevî bilindbûna rêjeya jinan di kar de li gorî saziya kar a navdewletî, lê li gorî amarên saziyên taybet bi jinan li Rojavayê Kurdistanê, tundûtujî jî zêdetir bûye û li sala borî 23 jin hatine kuştin û 3 bûyerên destdirêjiya cinsî rû dane û 11 caran hewla destdirêjiya cinsî haye kirin.

Rudaw
Top