• Wednesday, 03 July 2024
logo

Cenazeyê welatiyekî li Riwandizê hate dîtin

Cenazeyê welatiyekî li Riwandizê hate dîtin
kesekî kasibkar bûye
Birêveberatiya polîsê Soranê ragihand ku şeva derbasbûyî zaniyarî derbarê herbûna cenazeyekê di nava tirimbîlekê li ser rêya Kawlokan û Cindiyanê bo wan hatiye.

Piştî vê yekê hêzên polîs çûne cîhê bûyerê û dîtine ku cenazeyek di nava tirimbîlekê deye.

Hêzên polîs lêkolîn dane destpê kirin û derketiye ku cenaze yê welatiyekê ye bi navê K.E.I ku ji dayikbûyê 1978an û xelkê Hewlêrê ye û kasibkar bûye.
Top