• Thursday, 02 May 2024
logo

Li Raniyeyê sê kes hatin kuştin

Li Raniyeyê sê kes hatin kuştin
ev her sê welatî jiber kêşeyeke civakî hatine kuştin
Îro li berdem dageha bajarokê Raniyeyê jiber kêşeyeke civakî 3 welatî hatin kuştin û du welatiyên din jî birîndar bûn.

Li ser vê mijarê jêdereke hayedar ji Kurdistantvê re ragihand ku îro çarşem li berdem dadeha Hacîawa ya li Raniyeyê jiber kêşeyeke civakî di navbera du malbetan de, 3 kes hatin kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Jêder behsa vê yekê kir ku beriya du mehan di navbera du malbetên devera Bêtwante şer qewmiye û di encam de welatiyek hatibû kuştin û yeke din jî birîndar bibû, îro kesûkarên wan li berdem dadgehê întîqama xwe stendine û 3 kes kuştine û du kesên din jî birîndar kirine.
K24
Top