• Thursday, 02 May 2024
logo

Li Qamişlo jinek 6 roj e tevî du zarokên xwe wenda ye

Li Qamişlo jinek 6 roj e tevî du zarokên xwe wenda ye
Li nava bazara bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, jineke 27 salî tevî du zarokên xwe wenda bûne û heya niha jî ti agahî ji wan nayê wergirtin.

Kîna Mihemed tevî du zarokên xwe çûye bazarê û ji roja Pêncşema 27ê Sibatê ve ti agahî ji wan nayê wergirtin.

Li gor dîmenan, herî dawiyê Kîna Mihemmed û 2 zarokên wê roja pêncşema borî diçûn bazara Qamişlo hatine dîtin û piştî wê winda ne.

Hevjînê Kîna Mihemmed, Cegerxwîn Hecî dibêje, ti pirsgirêkek di navbera wan de nebû ye û di derbarê wê bûyerê de wan hêzên ewlekariyê jî agahdar kirine, lê heya niha ti encamek nehatiye bidestxistin.

Cegerxwîn Hecî got: “Roja pêncşemê biryar bû, zarokên min werin dikanê li cem min ji bo ez li sûkê ji wan re hinek titş bikirim. Kurxalê min hat ji min re got were em herin bav me firavînê, lê min jê re got ku zarokên min tê, wî jî got ma nehatine min beriya nîv saetê di rê de dîtibûn. Min got dibe rêya xwe şaş kiribin û ez çûm malê, lê min ew nedîtin.

Kîna Mihemmed 27 salî û xwediya 2 zarokan e ku yek 7 salî û ya din jî 2 salî ye û bi esla xwe ji devera Çil Axa ye, malbata wê niha bi tevahî li Tirkiyê ne, li gorî malbata hevjînê wê dide xuyakirin ew ti caran wiha bê xeber nebûye.

Li gorî ku hevjînê Kîna mihemme dibêje wî her yekem roj hêzên ewlekariyê ji vê pirsgirêkê haydar kirine lê heta niha ti pêşketin li ser vê dosyeyê nehatiye bidest xistin.

Cegerxwîn Hecî dibêje ku ti pirsgirêkek di navbera wan de nebûye û ew hêvî dike bi zûtirîn dem hevjîna wî bê dîtin.

Rudaw
Top