• Wednesday, 03 July 2024
logo

Rawest: Zewaca navbera Kurd û Tirkan kêm bûye

Gulan Media February 29, 2020 Civakî
Rawest: Zewaca navbera Kurd û Tirkan kêm bûye
Saziya Lêkolînan ya bi navê Rawest lêkolîneke berfireh di derbarê jiyana ciwanên Kurd ên Bakurê Kurdistanê de encam daye. Li gorî lêkolîna Rawestê, di van salên dawîn de, zewaca di navbera Kurd û Tirkan de kêm bûye, û li gorî heman lêkolînên, ciwanên Kurd herî zêde guh didin stranên Ehmed Kaya, ku ew jî bi zimanê Tirkî ne.

Kompanyaya lêkolînan Rawestê ku navenda wê li Amedê ye, ew lêkolîna berfireh bi anket û hevdîtinan li bajarên Stenbol, Amed, Wan, Riha, Mêrdîn, Edene û Izmîrê pîk aniye.

Di lêkolînê de 500 ciwan ku temenê wan di navbera 17 heta 30 saliyê de bûne, beşdar bûne.

Reveberê projeyê, Ugraş Ulaş Tol ji Rûdawê re ragihand: “Me xebatek hem li ser amaran hem jî li ser taybetiyên ciwanên Kurd encam da. Li bajarên cuda cuda me xwe gehande 1500 ciwanên Kurd , bi sed kesan re me hevditînên rûbirû encam dan. Me li ser jiyana wan rasterast gotûbêj bi wan re kirin.”

Di lêkolînên de pirs di derbarê jiyana rojana ya ciwanên Kurd de hatine kirin, beşeke giring ya lêkolînê jî di derbarê Kurd iyê de ye li gorî lêkolînê ji sedî 54.4 ya kurmanci, ji sedî 53.1 jî bi zazakî di asteke baş de dizanin.

Berpirsê Rawestê, Reha Ruhavioglu jî diyar kir: “Armanca saziya me encamdana xebatên di derbarê gelê Kurd de ye. em li ser ziman, çand û taybetiyên din ên gelê Kurd lêkolînan dikin. Ji bo rewş û mesele baştir were fêm kirin.”

Di lêkolînê de pirs di derbarê partiyên siyasî de jî hatine kirin li gorî amaran ciwanên Kurd ji dengê xwe didin ji sedî 45 didin HDP, ji sedî 18 didin akpartî û ji sedî 7.5 jî didin CHPê, herwiha ji sedî 45 wan dixwazin Selehedin Demirtaş, ji sedî 21 dixwazn Erdogan ji sedi 16 jî dixwazin Ekrem Imamoglu bibe Serokomarê Tirkiyê.

Parlementerê HDPê, Omer Faruk Gergerlîoglu dibêje: “Em gellek girîngiyê bi encamên lêkolînên wisa qedirbilid didin. Saziyên ku lêkolînan dikin ji me weke siyasetmedar jî xizmeteke baş dikin, em sûdê ji vê lêkolînê dibînin û lêkolînên wisa derbarê civakê de me agahdar dikin.”

Li gorî lêkolîna Rawestê Cİwanên bi rêjya 19.5 herî zêde guhê xwe didin stranên Ehmed Kaya di heman listê de Sezen Aksu bi rêjeya ji sedî 7.4 di rêya duyem de, hunermên din yên herî zêde tên agahdar kirin li gorî rêze, Ciwan Haco, Muslum Gurses, Şivan Perwer û Mem Araratın.

Encamên berfireh yên lêkolînê dê rojên pêşiya me werin çapkirin û belav kirin.

Rudaw
Top