• Thursday, 02 May 2024
logo

Li Şirnexê ji bo hêsankirina zewaca gencan hin biryar hatin dan

Gulan Media February 26, 2020 Civakî
Li Şirnexê ji bo hêsankirina zewaca gencan hin biryar hatin dan
Şaredarê Nahiyeya Dêrgul a Şirnexê ji Rûdawê re ragihand, piştî ku gencekî Kurd ji ber mesrefên zêde yên dawetê di rojên dawî ya sala 2019 de xwe kuştibû, bi amadebûna wî, mezin û ridînspiyên eşîra Botî li hev civiyan û jibo kêmkirina mesrefên dawetan de wan hin biryar dan.

Li gor agahiyên Rûdawê, gencekî Kurd ê bi navê Yahya Baran ê 22 salî ku xwestibû bi destgirtiya xwe re bizewice, ji ber ku malabata keçikê daxwaza 100 milyar qelen ji wî kiribû û wî ji ber rewşa xwe ya darayî nekarîbû wî pereyî bide, roja 17ê Kanîna 2019an xwe kuştibû.

Xwekuştina wî xortê Kurd li wê deverê û di nava xelkê de gelek deng vedabû û mijara mesrefa zêde ya dawetan li cem xelkê deverê bû mijareke germ û kete rojeva xelkê herêmê

Li ser vê yekê, li nahiyeya Dêregul a ser bi parêzgeha Şirnex a Bakurê Kurdistanê ve, mezin û ridînspiyên eşîra Botî bi amadebûna Şaredarê Dêregulê Nimet Demir roja Sêşemê 6ê Sibata 2020 li hev civiyan.

Şaredarê Nahiyeya Dêrgul a Şirnexê, Nimet Demir derbarê civînê de ji Rûdawê re ragihand: “Me di civînê de mijara qelenê bûkan û mesrefên dawetan gotûbêj kir û têkildarî mijarê em hin biryar dan.”

Nimet Demir got: “Di civînê de biryar hat dan, ku li herêmê qelenê bûkan êdî nemîne, merasimên şîraniyên dawetan bihê rakirin, dawet li gor bingehên îslamê bêne kirin.

Demir diyar kir: Herwiha ji bo xişlê bûkan jî biryar hat dan ku 2 bazin, 75 cm zincîra zêr, guharek û 2 gustîl bêne kirîn û nabe xişlê bûkan ji vê rêjeyê zêdetir be.”

Bi gotina Şaredarê Dêrgulê, bi biryarên ku di civînê de hatine danîn, mesrefa her dawetekê ji 100-150 milyar lîreyan bo 50 milyar lîreyî kêm dibe.

Nimet Demir diyar kir, ew biryarên ku hatine dan wek hêsankariyekê ji bo gencan e ku bikarin bi mesrefekî kêmtir bizewicin û tekez kir, biryar ji aliyê xelkê herêmê û gencan ve bi germî hatiye pêşwazîkirin.

Pêştir li nahiyeyên Şêxan, Sêgirk, Dêra Hînê yên ser bi Şirnexê ve biryarên bi vî awayî hatibûne dan.


Rudaw
Top