• Thursday, 02 May 2024
logo

Li Hewlêrê dixtoran bi kêran li hev dan – Kuştî û birîndar hene

Gulan Media February 25, 2020 Civakî
Li Hewlêrê dixtoran bi kêran li hev dan – Kuştî û birîndar hene
Li bajarê Hewlêrê, dixtoran bi kêran li hev dan, yek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Berdevkê polîsê Hewlêrê, Hogir Ezîz ji BasNewsê re got, duh bi şev li taxa Enkawe ya Hewlêrê, du dixtoran li navendeka estetîkê bi kêran li hev dan.

Hogir Ezîz da zanîn, di wî şerî de dixtorek birîndar bû û yekê jî ji kerba xwe kuşt!

Wî efserê polîs ragihand, ew dixtorê birîndar niha girtî ye lê li nexweşxanê di bin çavdêriyê de ye.

Rudaw
Top