• Thursday, 02 May 2024
logo

Li sînorê Seidiye termekî nenas hate dîtin

Gulan Media February 19, 2020 Civakî
Li sînorê Seidiye termekî nenas hate dîtin
Îro termekî nayê nasîn li sînorê bajarokê Seidiye ya ser bi bajarê Xaneqînê di avê de hate dîtin û heta naha jî nayê zanîn ka ew kiye, ji ber wê jî ji Baqûbe ya navenda parêzgeha Diyale re hat şandin.

Îro 19.02.2020ê rêveberê bajarokê Seidiye Ehmedzir Goşî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew termê şeva borî nav avê de hatiye dîtin, bi gule ango bi fîşek hatiye kuştin û ji bo lêkolînên bijîşkî û nasîna wî ew ji bajarê Baqûbe ya navenda parêzgeha Diyale re hatiye şandin.’’

Herwaha got: ‘’Îro her zanyariyekî li ser wî termî bigehe me ango bê nasîn ka kiye emê malbata wî agahdar bikin. Lê naha ji bo lêkolîna bijîşkî ji Baqûbe ra hatiye şandin.’’

Basnews
Top