• Thursday, 02 May 2024
logo

Mela Elî Kelek bi tohmeta sextekariyê hat desteserkirin

Gulan Media February 11, 2020 Civakî
Mela Elî Kelek bi tohmeta sextekariyê hat desteserkirin
Îro roja sêşemê 11.02.2020an çend malperên nûçeyan yê Erebîstana Siûdiyê aşkere kirine ku Mela Elî Kelek bi tohmeta sextekariyê li Erebîstana Siûdiyê hatiye desteserkirin.

Malpera Exbarî Siûdiye wêneyekî Mela Elî ligel nûçeyekê belav kiriye û aşkere kiriye polîsê bajarê Medîneyê Mela Elî Kelek bi tohmeta sextekariyê desteser kiriye.

Herwiha di wê nûçeyê da hatiye ragihandin ku Mela Elî goya ew kesên kor û nexweşên kêmendam tedawî dike.

Malpera Exbarî Siûdiyê ji ser hesabê xwe yê twitterê vîdyoyeka Mela Elî jî belavkiriye ku goya kesekî kor tedawî dike

Basnews
Top