Civaka Îranê hevzayendan qebûl nake
Baran li gundekî navbera Sine û Merîwan li Rojhilatê Kurdistanê bi bavê xwe re dijî. Cilekî sor lê ye û xwe makyaj kiriye. Berî 3 salan neştegeriya guhertina zayendê kir, çimkî berê hîs dikir di laşê mêrekî de hatiye bendkirin û her cara mîna law reftar pê re dihat kirin, dihat ku celte li dilê wê bide.
Baran (24) li ser barêşa xwe berî neştergeriyê ji Rûdawê re biland: “Berê li dibistanê û di nav kes û kar û malbata min de, ez pir aciz û birîndar dikirim. Ez li rêyekê digeriyam da xwe rizgar bikim.”
Li Îranê neştegreriya guhertin an birêkxistina zayendê karekî qanûnî ye, lê civaka cinsguhêran (transgender) li Îranê rastî peyketin û biçûkxistinê tê. Rast e yasa rê dide neştergeriyên birêkxistina zayendê, lê li gor rapora dawî ya Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW): “Ti yasayek cudakariyê li dijî wan qedexe nake.”
Piştî ku jê re derket ku neştergeriya guhertina zayendê li Îranê heye û zagonî ye jî, Baran qala mijarê bi dê û bavê xwe re kir. Wan berê zanîbûn ku Baran xwe wek “mê” dibîne, lê birayên wê li dijî wê biryarê bûn û gef li wê û dê û bavê xwe jî xwarin.
Navê Baran berê Dana bû. Ew dibilîne: “Birakên min piştî serdana derûnzan rê dan guhertinê.” Piştî 6 heyvan, proseya çareseriya danîna hormonan dest pê kir ku bi saya wê memikên Baran mezin bûn û mûyên rûyê wê neman, di dawî de jî li nexweşxaneya Mîrdamad li Tehranê neştergerî kir.
Jiyan mîna cinsguhêrekî hîkariyeke derûnî ya giran li ser wî kesî datîne. Baran ku hêj neştergeriya nazikkirina dengê wê jî maye, dibêje: “Pêşî min nizanîbû tiştek bi navê neşteriya guhertina zayendê heye. Lewma ez tim xemgîn bûm. Lê paşê min bi rêya înternetê zanî ku neştergeriyeke wiha li Îranê heye. Ji kêfa lingê min erd nedigirt.”
Lê jiyana cinsguhêran piştî neştergeriya guherîna zayendê jî ne gengaz e û îcar divê ûştên cinsguherîna xwe ji derdorê re ron bikin. Wek Baran bi lêv dike: “Ez dixwazim rabirdûya xwe ji bîr bikim. Lewra min hemû wêneyên berî zayendguhertina xwe mihandin. Lê her dema ez diçim nav xelkê, herkes ji min dipirse te çima zayenda xwe guherî. Bi vê pirsê xwê li birîna min direşînin. Birayekî min êdî serdana mala dê û bavê min nake û bi min re napeyive.”
Diya Baran par mir. Baran xwe gunehkar dibîne û dibêje: “Sûcê min bû ku dilê diya min nexweş ket. Çimkî misêwa xema min dixwar. Li ser min digiriya û digot çima tenê kurê min wiha derket. Min pena û pişta xwe ya herî mezin ji dest da. Ez niha rojên xwe li mal derbas dikim, çimkî hêza min tune ez herim ti cihî. Niha ez tenê piştekê dixwazim, kesek ku hevparê min be.”
Baran hêj hewl dide bi çavekî erênî li jiyana xwe binere û bawer dike ku nabe zayendguhêr dev ji xewnên xwe berdin.
“Ez amade me bimirim”
Êvar e û Nîgar li qiraxa Gola Merîwanê dimeşe, lê hornên seyareyan û tan û tuwanên naşiyan aramî û tenêtiya wî têk dibin. Navê wî yê resmî Kawe ye, lê naxwaze bi wî anvî bê gazîkirin.
Nîgar ciwanekî bi qilafet ê 29 salî ye, beşek ji porê xwe berdaye ser rûyê xwe. Dema emrê wî 18 sal bû, malbata wî ew bêgav kirin bi jinekê re bizewice, belkî wisa bibe “zilamekî asayî” lê piştî çend heyvan ji zewacê zewaca wan têk çû. Ti carî ew çend heyv ji bîra wî naçin ku wan wek “dojeh” bi nav dike û dibêje: “Ez amade bûm bimirim û destê xwe negihînim hevjîna xwe. Lê piştî demekê wê bi xwe jî hest bi vê yekê kir, lewma em ji hev cihê bûn.”
Nîgar ku lêvên xwe sor kirine û çavên xwe jî bi makyajê mezin kirine, dibêje dema zarok bû dixwest bi keçan re bilîze, lêdan jî li ser vê yekê dixwar. Nîgar got: “Malbata min seba vê yekê her li min didan, lê çi bikim min ji wisa hez dikir. Min ji cilên lawikan nefret dikir, lê ez bêgav dikirim wan cilan li xwe bikim. Hevpolên min kenê xwe bi min dikirin. Min çend caran hewl da xwe bikujim.”
Berevajî gelek kesên din, Nîgar biryar da neştergeriya cinsguherînê neke, piştî ku çavê wî bi kesên din ket ku neştergerî kirine û ji encama wê ne razî bûne.
Piştî cihêbûna wî ji hevjîna wî, Nîgar berê xwe da Tehranê, lê niha vegeriyaye şarê xwe. Di demekê de malbata wî gihaye wê baweriyê ku nikare wî biguherin. Piştî vegera li Merîwanê, Nîgar nikarîbû kar bibîne, çimkî xwedî kar ne amade ne kar bidin kesekî cotcins.
Nîgar got: “Ez diçûm ku, bi çavekî sivik li min temaşe dikirin.” Dawî barêşa dijwar a aborî û dabînkirina debara jiyanê ew bêgav kir laşfiroşiyê bike, di demekê de “gelek kesên vê civakê baştir dibînin ligel kesekî cotzayend bin, çimkî ew li gor jinan kêşeyên kêmtir çêdikin.”
Piraniya mişteriyên wî ji bajarên din tên û bi rêya applicationa (IMO) û torên civakî yên din hev nas dikin, çimkî “xelkê bajarê te te nas dikin û pêkan e kêşeyan ji te re çêbikin.” Lê ew kar metirsiyeke mezin jî tê de heye, wek çawa yekî ji wan kesên ku bi rêya instagramê nas kiribû, bi giranî lêda.
Nîgar dibêje: “Wî xwe mîna kesekî baş nîşan da û soz da heta hetayê hevrêyê min be, wiha diyar kir ku ji min fêm dike. Ez xweşhal bûm ku dawiya dawî min kesek dît ku ez lê digeriyam.”
Lê şevekê wî kesî du hevalên xwe yên din bi xwe re anîn: “Wî ez bêgav kirim ez bi wan re jî razim. Paşê dest bi lêdana min kirin. Ewqasî li min dan ta çermê rûyê min teqiya. Telefon û pereyên min jî dizîn.”
Em qanûnî ne, lê ne qebûlkirî ne
Çalakvanê hevzayendan Pişko Ehmedî ku niha li derveyî welêt dijî, ji Rûdawê re biland ku Îran ji welatên din ên îslamî kêmtir bi çavê dijatiyê li kesên cotzayend û zayendguhêr dinere, çimkî Damezrînerê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Xumeynî di fetwayekê de rê da guhertina zayendê.
Saziya Xweşdebara Îranê nîvê wan 2500 dolarî daye ku Baran bo neştergeriya guhertina zayendê xerc kiriye, ew jî li gor yasayekê ku divê ew sazî nîvê xerciyên guhertina zayenda hevwelatiyên Îranê bide. Nîvê din ê pereyan kesên xêrxwaz dane.
Ehmedî tekez dike, tevî ku yasa û fetwaya Ayetullahê Xumeynî rê dide zayendgorînê jî, lê civaka îranî kesên cotzayend qebûl nake, bawer jî dike ku kêşe ev e: “Ne civaka kurdî û ne civaka Îranê agahiyên wan li ser vê mijarê nînin. Lewra kesên cotzayend wek jirêderketî û dijî civakê û gunehkar dibînin.”
Ehmedî biland: “Ev rastiyeke ku divê civaka kurdî jî wek hemû civakên din ne tenê cotzayendan qebûl bike, lê hemû komikên zayendî yên din jî nas bike.”
Nîgar li ser rûdana lêdanê gilîname tomar kiriye û ta vêga çaverêya encamê dike. Lê wek bi xwe dibêje kêşeyên wê bi yekalîbûna wê dosyeyê xilas nabin, çimkî “Bi rastî ez ji her tiştê vê civaka derewîn û ji çarenivîsa xwe jî westiyame. Dûr nebîne di çend mehên bê de xebera xwekuştina min belav bibe.”
Rudaw