• Thursday, 02 May 2024
logo

Serokwezîra Norwêcê ji ber Humbergerekî spasiya Kurdekî dike!

Gulan Media January 23, 2020 Civakî
Serokwezîra Norwêcê ji ber Humbergerekî spasiya Kurdekî dike!
Serokwezîra Norwêcê li bajarekî wî welatî serdana xwaringeha welatiyekî Kurd dike û ji ber tama xweş a Humbergerên xwaringehê, bi nameyeke fermî spasiya wî Kurdî dike û jê re daxwaza serkevtinê dike.

Navê wî xortê Kurd ku xwediyê xwaringehê ye, Hejar Rehîm e û ji Rûdawê re behsa serdana Serokwezîra Norwêcê Erna Solberg bo xwaringeha xwe û spasnameya wê dike.

Hejar Rehîm dibêje: “Rojekê Serokwezîra Norwêcê li ser twîttera xwe dipirse, kî dikare derbarê cihekê ku xwarinên wê xweş bin, zanyarî bide min, û di bersiva wê twîttê de jî heşt neh kes navnîşana xwaringeha min didin wê.”

Hejar got: “Serokwezîra Norwêcê rojekê hate xwaringeha min û 6 kes jî li gel wê bûn, daxwaza Humbergerê kirin û min jî bi şêweyekî baş û rêkûpêk amade kir.”

Bi gotina Hejar, Erna Solberg xwarina ku min amade kiribû gelek eciband û çendîn caran dilxweşiya xwe anî ziman û spasiya kin kir.

Hejar Rehîm ê xwediyê xwaringehê herwiha dibêje, heqê xwarina Serokwezîra Norwêcê û her 6 kesên pê re hemû bi buhayê 130 dolarî bû.

Piştî heft rojan ji serdanê, Serokwezîra Norwêcê spasnameyekê bi îmzeya xwe ji wî xortê Kurd re dişîne.

Di wê spasnameyê de, Erna Solberg wiha ji Hejar Rehîm re nivîsiye:

“Birêz Hejarê xweştivî

Dema di rêya bajarê Stavanger ve diçûm bo Osloyê, ez li cem dukana te rawestiyam. Hezar car spas bot e, ji bo wê Humbergera xweş ku te çêkir. Hêviya serkevtinê ji te re di karê te dixwazim.

Li gel silavên min ji bo te”

Hejar Rehîm dibêje, piştî serdana Serokwezîra Norwêcê mişteriyên xwaringeha wî zêde bûne û xelk gelek serdana wan dikin.

Hejar xelkê Başûrê Kurdistanê û ji bajarl Hewlêrê ye û sala 1992 ji dayik bûye, bo demekê li gel malbata xwe li Silêmaniyê jiyaye û paşê di sala 2008 de çûye Norwêcê.

Rudaw
Top