• Thursday, 02 May 2024
logo

Hûrgiliyên mirina trajedîk a malbateke Krîstiyan li Enkawe

Gulan Media January 22, 2020 Civakî
Hûrgiliyên mirina trajedîk a malbateke Krîstiyan li Enkawe
Li navçeya Enkawe ya Hewlêrê jinek û 2 zarokên wê di mala xwe de mirî hatin dîtin. Polîsê Hewlêrê dibêje, nêzîkî mehekê ye, ku ew hersê kes mirine û haya kesê jê nebûye. Lêkolîn derbarê mirina wan kesan de berdewam e û polîs dibêje, ew hemû egeran dinirxînin.

Berdevkê polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand, ku “roja Sêşemê 21.01.2020 li taxa Enkawe ya Hewlêrê dayîkek 37 salî û 2 zarokên wê, kurekî 18 salî û keçeke 15 salî, di mala xwe de mirî hatin dîtin.”

Bi gotina Hogir Ezîz ew malbateke Krîstiyan bûye û heta niha ew nizanin çi hatiye serê wê malbatê, lê guman ji wê yekê heye ku ew bi gaza sobeyî jehrî ketibin.

Berdevkê polîsê Hewlêrê da zanîn, ku “derbarê bûyerê de lêkolîn û lêpirsîn dest pê kirine û hersê cenaze bo Saziya Pizîşkiya Dadê hatine şandin.”

Ew malbat xelkê parêzgeha Mûsilê û Deşta Neynewa bûne û ew dema 5 salan bû, koçberî Hewlêrê bûne.

Hevjînê wê jinê ku navê wî Esîr e, ku li gor zanyariyan dixwestin ji hev cuda bibin, li cem hevjîn û zarokên xwe nejiyaye û piştî mehekê ji nemana pêwendiya telefonî di navbera wan de, li sînorê parêzgeha Neynewayê vegeriyaye Enkawe.

Piştî ku polîs ji bûyerê tê agahdarkirin, hêzeke taybet digihe ber deriyê mala wê mala ku mirî têde hatine dîtin, deriyê malê dişkînin û wê jinê li gel kur û keça wê mirî dibînin.

Di destpêkê de, hêzên polîs Esîr, hevjînê wê jina ku li gel zarokên xwe mirî hatine dîtin, digire lê piştî lêpirsînê wî bi kefalet berdide.

Rûdawê hewl da, têkildarî bûyerê bi Esîre re biaxive lê belê wî nexwest ku li ser bûyerê biaxive.

Berdevkê Polîsê Hewlêrê, Hogir Ezîz dibêje, “hemû belge û texmîn wiha nîşan didin ku ew ne bûyereke kuştinê be, lê belê tevî vê yekê em dê hemû egeran li ber çav bigirin, daku rastî derkeve holê.”

Berevaniya Sivîl hin rênimayiyên taybet bi demsala zivistanê û jibo bikaranîna sobe û wan amûrên germkirinê derxistine, ku salane hejmarek kes bi sedema wan dimirin.

Efser ji Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê, Serkewt Tehsîn dibêje: Xirabiya corê neftê yan fitîleya sobeyê dibe sedem ku gaza yekem oksîda karbonê çêbibe ku gazeke kujer e.

Niha termê wê dayikê û herdu zarokên wê li Pizîşkiya Dadê ya Hewlêrê ne û piştî otopsiyê û encamdana lêkolînan û diyarbûna sedema mirina wan, dê radestî kesûkarên wan bên kirin.

Rudaw
Top