• Thursday, 02 May 2024
logo

Li Zaxoyê terimê du birayan hate dîtin

Gulan Media January 21, 2020 Civakî
Li Zaxoyê terimê du birayan hate dîtin
Peyamnêrê Kurdistantvê yê li Zaxoyê diyar kir ku duhê bi şev li Rojhilatê bajarê Zaxoyê hêzên polîs karîne terim du kesan di nava tirimbîlekê de bibînin.

Li gor gotinên Peyamnêrê Kurdistantvê yê, ev her du kes birayên hevin û sedema kuştina wan heta niha nehatiye diyarkirin.

Temenê wan her du birayan di navbera 35 û 40 salan deye, û birêveberatiya tendirostiya Zaxoyê jî dibêje li gor lêkolînên destpêkê der ketiye ku ev her du kes gole ber serê wan katiye.

Top