• Thursday, 02 May 2024
logo

Daxwaz ji jinan tê kirin li dijî tometên Şasiwar Ebdulwahîd ên hember Şadî Newzad helwêst bigrin

Gulan Media January 20, 2020 Civakî
Daxwaz ji jinan tê kirin li dijî tometên Şasiwar Ebdulwahîd ên hember Şadî Newzad helwêst bigrin
Çalakvana mafê jinan Behar Munzîr daxwaz ji jinên ser bi Tevgera Nifşê Nû dike, li hember wan tometên bazirgan û serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd ên li hember endama parlamentoya Kurdistanê Şadî Newzad helwêst bigrin.

Çalakvana mafê jinan Behar Munzîr ji BasNewsê re ragehand, wa çend sale tometên exlaqî bo jinan heye û ew jinên hewl didin nav cîhana siyasî û hikûmetê de kar bikin, gelek caran rastî tometên exlaqî dibin, tenê bo ku jin xwe ji siyasetê bikşînin ew tomet tên çêkirin.

Herwaha got, ew tometên ji bo Şadî Newzad hatine çêkirin, ‘’Karekî nerewaye û pêwîste hemû kesekî azadîxwaz li hember wan karên ne exlaqî rabin û wan tometan şermizar bike.’’

Behar Munzîr daxwaz ji hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê dike, helwêst li hember wan tometan bigre, ku ‘’Ti kesek cureta wê neke dest bibe wan tometên exlaqî.’’

Munzîr got: ‘’Tişta ku Şasiwar Ebdulwahîd li hember Şadî Newzad dike cureya milmilaneya herî xirab e.’’

Herwaha got, eger kesek bixwaze li gel gruba Şasiwar Ebdulwahîd siyaset bike, ‘’ji ber wan bûyeran dê paşde gav bavêje û ditirse ku nav çapemeniyê de behsa wê bê kirin.’’ Ji ber wê jî ragehand: ‘’Jinên nav Nifşê Nû û hemû jinên din, dijî karên waha pêwîste helwêst bigrin û şermezar bikin. Ji ber ev çeka herî qirêje li hember jinan tê bikaranîn.’’

Basnews
Top