• Tuesday, 07 May 2024
logo

Mizgeftên li Bakurê Kurdistanê ji ber ‘gotarên siyasî’ vala dibin

Gulan Media November 9, 2019 Civakî
Mizgeftên li Bakurê Kurdistanê ji ber ‘gotarên siyasî’ vala dibin
Di mizgeftên Bakurê Kurdistanê de her hefte roja Înê xutbeyên ku li navenda Karûbarê Olî têne amadekirin, di hin mizgeftan de rastî nerazîbûna xelkê tên.

Ev yek dibe sedem ku beşek ji xelkê mizgeftan vala bikin. Ji ber ku gelek caran pirsên siyasî dibin mijarên xutbeyan.

Rêjeya beşdariya xelkê ya ji bo mizgeftan dadikeve, xelkên ku naçine xutbeyan dibêjin: Mizgeft ne cihê siyasetê ye. Serokê Sendîkaya Olî dibêje: Divê xutbe li her bajarekî cuda bê amadekirin.

Hemwelatiyê bi navê Cengîz Oner li ber derê Mizgefta Mezin a Amedê rûniştiye, heta mehek berî jî ew her roja înê diçû nimêja xutbê; lê niha li mizgeftê xutbe tê xwendin û ew qesta mizgeftê nake, Oner dibêje ku siyaset ketiye nav mizgeftê û gotarên xutbeyan wek metnên siyasetmedaran têne amadekirin, ez nimêja xwe li mala xwe dikim

Cengîz Oner dibêje, “Mizgeft cihê hemaset û siyasetê nîne, ev 3 hefte ye naçime mizgeftan û li xutbeyên melayan guhdar nakim, divê di xutbeyan de behsa problemên civakî bê kirin, divê behsa tefeciyan bê kirin, divê behsa mirovên birçî bêne kirin.”

Li Bakurê Kurdistanê ji ber gotarên di xutbeyan de gelek caran arîşe di navbera welatî û melayên mizgeftan de peyda dibe, nemaze di proseyên operasyonên artêşa Tirkieyê de, xutbeyên ku li navendê têne amadekirin û herwisa daxwaza dûayên serkeftinê carna dibe cihê nerazîbûne, herwisa ji ber ku gotarên xutbeyan bi Tirkîne gelek Kurdên bi temen tênagihîjin naverokê wê.

Serokê berê yê AKPê yê Amedê Aydin Altaç dibêje ku ji bilî naveroka xutbayan pirsgirêka herî sereke zimanê xutbeyan; her çend carna naveroka xutbeyan bi şêwazeke şovenî be jî; divê welatî vê yekê ji xwe re nekin hincet û terka mizgeftan nekin

Serokê Berê yê AKPê yê Şaxa Amedê Aydin Altaç dibêje, “Name ji Enqere tên rêkirin û melayên mizgeftan jî wê dixwînin, çi bibe bila bibe divê em dest ji çûyîna mizgeftan bernedin mizgeft yê xelkê ne.”

Di salên proseya aşîtiyê de Saziya Karûbarên Olî ya Tirkiyê erka amadekirina tekstên xutbeyan dabû lijneyên herêmî, her naveroka xutbeyê li gor pirsgirêkên wê herêmê dihat amadekirin; lê ev 3 sal in tekstên xutbeyan li wê Saziya Karûbarên Olî ango li Enqerê tên amadekirin û roja înê li 81 bajarên Tirkiye û Bakur têne belavkirin

Serokê Sendîkaya Diyanet-Senê Omer Evsen, diyar dike, “Divê xutbe li gor kêşeyên civakê werine lêkirin; herwisa divê xutbe li gor pirsgirêkên herêman werine dabeşkirin: babatek din jî zimanên xutbeyan e, bi ya me heke li gundekî Kurmancan divê bi Kurmancî be, li gundekî Zazayan divê zazakî be li gundekî Lazan divê bi Lazî be; da ku ew peyamên ayînî cihê xwe bigire.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her hefte pirsgirêka naverok û zimanên xutbeyên mizgeftan di nav xelkê de dibe rojev; lê tevî partiyên opozîsyonê heta niha tu partiyeke Tirkiyeyê di parlemontoyê de ji bo çareseriyeke yasayî gaveke berbiçav neavêtiye.

Rudaw
Top