Soran- Keçekê dawî bi jiyana xwe anî
Berdevvkê Rêveberiya Rûberûbûn û Nehiştina Tundûtujiyê li Soranê li Dijî Jinan Neqîb Şêrwan Xalîd, ji BasNewsê ra axivî û aşkere kir duhê êvarî roja yekşemê saet 03- 11- 2019an hatine agahdarkirin ku keçeke 15 sal ku navê wê (V, R, H) ye li taxa Berxwedan a Soranê bi xwe daliqandiye.
Herwiha ligor Neqîb Şêrwan Xalîd aşkere kiriye termê keça xwe xeniqandiye bo pizîşkê dadwerî yê Soranê hatiye şandin û derbarê rûdanê da lêkolîn berdewam dikin.