• Friday, 03 May 2024
logo

Li Xelîfanê keçekî 17 salî ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin!

Li Xelîfanê keçekî 17 salî ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin!
Berdevkê rêveberiya polîsê Soranê ragehand, li bajarokê Xelîfan a ser bi sînorê bajarê Soranê, keçek ji aliyê birayê xwe ve hatiye kuştin.

Berdevkê polîsê Soranê Seidûn Hawdiyanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Demjimêr 12:05ê şeva borî li bajarokê Xelîfanê keçekî bi navê S.S.Ê. ya dayîkbûyê sala 2002yê, ji aliyê birayê xwe ve bi çeka keleşînkof ve hat kuştin.’’

Herwaha got: ‘’Li gor gotinên bavê wê keçê, birayê wê keçê ew bi çeka keleşînkof ve kuştiye.’’

Berdevkê polîsê soran got, naha kesê tometbar reviya ye û dosyaya lêkolînê derbarê wî de hatiye vekirin û pêdaçûneke cîdî li ser bûyerê destpê kiriye.

Basnews
Top