• Friday, 10 May 2024
logo

Li Mihabadê nûciwanekî 16 salî yê Kurd xwe kuşt

Li Mihabadê nûciwanekî 16 salî yê Kurd xwe kuşt
Li bajarê Mihabadê yê ser bi parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, nûciwanekî 16 salî bi daliqandinê dawî li jiyana xwe anî û xwe kuşt.


Çavkaniyên xwecihî yên ji Rojhilatê Kurdistanê belav kirine, ku navî wî kesî Ebûbekir Xizirniya kurê Qadir û xelkê gundê Bagurdan ê Mihabadê bûye.



Sedema xwekuştina wî nûciwanê Kurd hêj nehatiye zanîn.



Herwiha roja Şemî 6ê vê mehê li qezaya Pîranşarê ya ser bi heman parêzgehê ve, keçeke 17 salî ya bi navê Merziye Bayezîdî bi sedema hejariya malbatê, xwe kuştibû.



Merziye Bayezîdî xelka gundê Peswe ya Pîranşarê bûye û bi daliqandinê dawî li jiyana xwe anîbû.



Şeva înê 4ê Tîrmehê jî li bajarê Şinoyê keçeke 16 salî ya bi navê Şîva Şeibanî dawî li jiyana xwe anîbû. Sedema kuştina wê keça Kurd nehatiye zanîn.



Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw ku rewşa mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê dişopîne, ragihandiye ku di heyama 3 mehên dawiyê de 10 keçên li jêr temenê 18 saliyê li Rojhilatê Kurdistanê dawî li jiyana xwe anîne.



Herwiha Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistan (KMMK) jî daye xuyakirin ku, ji destpêka sala nû ya zayînî ve heta niha li Rojhilatê Kurdistanê 28 jin û 24 zilaman bi xwekuştinê dawî li jiyana xwe anîne.

Rudaw
Top