• Friday, 10 May 2024
logo

Li Kelarê jinekê xwe şewitand!

Li Kelarê jinekê xwe şewitand!
Rêveberiya polîsê Germiyanê bi daxuyaniyekî aşkera kir, jinekê li sînorê Kelarê xwe şewitandiye.

Îro 28.06.2019ê rêveberiya polîsê Germiyanê daxuyaniyek di tora xwe ya fermî ya civakî facebookê de belav kir û ragehand: ‘’Îro serê sibehê li bajarokê Rizgarî ya ser bi Kelarê jinek anîn beşa lezgîn a nexwaşxaneya Şehîd Hejar a Kelarê, ku beşek ji bedena wê şewitî bû û ew jin dayîkbûyê sala 1993ê bû û xwedî sê zarok bû û ji ber pirsgirêkên malbatî xwe şewitandiye.’’

Herwaha hat ragehandin: ‘’Ji ber rêjeya zêde ya şewata bedena wê jinê, ew ji beşa lezgîn a nexwaşxaneya Şehîd Hejar ve ji bo nexwaşxaneya Silêmaniyê hate birêkirin. Bi biryara dadwer û li gor madeya 408 hevjînê wê û zawayekî wê jinê hatine girtin.’’

Basnews
Top