• Friday, 10 May 2024
logo

Li Koyê kesekî birayê xwe kuşt

Li Koyê kesekî birayê xwe kuşt
Li Koyê kesekî birayê xwe kuşt.

Rêveberê Polîsê Koyê Elî Ebdulla ji BasNewsê re ragihand ku li gundê Samal ê ser bi Koyê ve, ji ber niqaşa li ser erd û zevî, şer di navbera du kesên birayên hev de derket.

Elî Ebdulla ragihand ku di wî şerî de kesê bi navê (Î.Î) teqe li birayê xwe yê bi navê (F.Î) kir ku 32 salî bû û ew kuşt.

Hat ragihandin ku ew kesê ku birayê xwe kuşt, reviyaye û lêgerînên hêzên polîs ên bo dîtina wî berdewam in.

Basnews
Top