• Friday, 10 May 2024
logo

Keçeke 16 salî xwe avête nav ava Zêya Mezin

Keçeke 16 salî xwe avête nav ava Zêya Mezin
Li bajarokê Dêrelûk ê ser bi navçeya Amêdî keçeke 16 salî xwe avête nav ava Zêya Mezin û xeniqî. Li gor gotina niştecihekî wê deverê, hêj termê wê nehatiye dîtin.



Niştecihê bajarokê Dêrelûkê Dilşad Sêrî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Berî demekê keçeke 16 salî ya bi navê H.F xwe avête nav ava Zêya Mezin, lê hêj çarenûsa wê ne diyar e.”



Dilşad Sêrî herwiha eşkere kir: “Nexweşiya derûnî ya keçikê hebû, berî niha jî çend caran hewlên bi vî rengî dabû.”



Hêzên Polîs û tîmên rizgarkirinê dest bi lêgerîna termê keça 16 salî kirin, lê heta niha termê wê nehatiye dîtin.

Rudaw
Top