• Monday, 20 May 2024
logo

Polîsê Raperînê: Pîrejineke 83 salî xwe şewitand

Polîsê Raperînê: Pîrejineke 83 salî xwe şewitand
Polîsê Raperînê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê ragihand, li Taxa Aştî ya Navçeya Qeladizê jineke bi temen agir bi laşê xwe xist û xwe şewitand.



Berdevkê Polîsê Raperînê, Şoriş Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand: “Îro yekşemî saet 15:15 li Taxa Aştî ya Qeladizê, jinekê bi navê M.X.K û jidayikbûya sala1934, li mala xwe neft bi laşê xwe reşandiye û agir berdaye xwe û xwe şewitandiye.”



Şoriş Îsmaîl got, di encama bûyerê de wê jinê canê xwe ji dest daye û termê wê bo Nexweşxaneya Giştî ya Qeladizê hatiye veguhastin.



Berdevkê Polîsê Raperînê dibêje, “lêkolîn derbarê bûyerê de destpê kiriye û tîmên polîs û herwiha tîmên rêveberiya belge û tawanan a Pişderê çûne cihê bûyerê û bo zanîna rastiya bûyerê û sedema xweşewitandinê wê jinê de dest bi lêkolînan kirine.”



Bi gotina kesûkarên wê jinê ku ji Polîsê Pişderê re axivîne, rewşa derûniya wê jinê nebaş bûye.



M.X.K a temen 83 salî, dayika du kur û sê keçan bûye.

Rudaw
Top