• Tuesday, 21 May 2024
logo

Rojhilat – Li Pîranşarê keçikeka 13 salî ji ber evîndariyê xwe kuşt!

Rojhilat – Li Pîranşarê keçikeka 13 salî ji ber evîndariyê xwe kuşt!
Li gundekî bajarê Pîranşar yê Rojhilatê Kurdistanê, keçikekê ji ber ku bavê nehîşt bi evîndarê xwe re bizewice, xwe kuşt.

Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duhî li gundê Şînawê yê Pîranşarê, keçikek 13 salî bi navê Fayîze Hemzepûr xwe kuşt.

Li gorî agahiyan, Fayîzê ji ber ku bavê nehîştibû bi evîndarê xwe re bizewice, xwe kuştiye.

Tê gotin, ew xortê ku dilê Fayîzê ketibûyê jî sê meh berê ji ber heman sebebê xwe kuştibû.

Basnews
Top