Rojhilat- 412 hemwelatiyên kurd ji ber negirtina rojiyê hatine desteserkirin
Cîgirê Fermandarê Hêzên Navxwe yê Îranê bo Karubarên Komelayetî Mihemed Reza ji ajansa Mehr a Îranê ra aşkere kiriye wan 412 kesên rojînegirtine û li derva xwarin xwarine desteserkirine.
Herwiha Mihemed Reza amaje bi wê yekê jî daye ku polîsên bajêr 569 şofêrên otomobîlan û taksiyan yên rojînegirtine jî agahdar kiriye. Herweha 49 otombîlên taybet yên pêbendî nirxên olî nebûne jî hatine ragirtin û cezakirin.
Reza gotiye polîsê Kirmanşanê 800 dukanên di dema remezanê da vebûne hatine cezakirin û 87 dikan jî hatine girtin
Basnews