• Monday, 20 May 2024
logo

Loristan…Şerê navber du malbatan de 3 kes hatin kuştin, 15 kes birîndar bûn

Loristan…Şerê navber du malbatan de 3 kes hatin kuştin, 15 kes birîndar bûn
Fermandarê polîsê Xuremawa ya ser bi parêzgeha Loristanê, aşkera kir îro 18.05.2019ê di encama şerê malbatî û eşîrî de 3 kes hatin kuştin, 15 kes birîndar bûn. ,

Li gor zanyariyên çapemeniya Îranê fermandarê polîs Hacî Mihemed Mehdiyaneseb, ji ber pirsgirêk û nakokiyên navbera du eşîrên Xuremawa ya Loristanê, şer û pevçûn pêkhatiye ku di encamê de 3 kes hatine kuştin û 15 kesên din jî birîndar bûne.

Fermandarê polîsê Xuremawa amaje bi wê yekê jî kir, hêzên ewlehiyê çûne cîhê bûyerê û rewş kontrol kirin û birîndar jî rakirine navendên tenduristiyê û 40 kes jî hatine girtin.

Basnews
Top