• Tuesday, 21 May 2024
logo

Li Hewlêrê jinekê hevjînê xwe kuşt paşê jî şewitand!

Li Hewlêrê jinekê hevjînê xwe kuşt paşê jî şewitand!
Li nahiya Behrikê ya Hewlêrê, jinekê bi alîkariya kurê xwe hevjînê xwe kuşt û şewitandin!

Berpirsê polîsê Hewlêrê Ebdulxaliq Telet ji BasNewsê re got, roja 5 vê mehê li nahiya Behrikê ya Hewlêrê, jinekê bi alîkariya kurê xwe hevjînê xwe kuştibû, termê wî şewitandibû û avêtibû.

Ebdulxaliq Telet li ser çawaniya wê rûdanê jî agahî da û got, hevjînê wê jinkê, ku nexweşê madeyên hişber bûye, xwastiye bi zorê madeyên hişber bide wê lê kurê wê nehîştiye û bi tivingê li bavê xwe daye. Paşê her duyan biryar dane wî zilamî bikujin, piştî kuştinê termê wî şewitandine û avêtine.

Berpirsê polîsê Hewlêrê da zanîn, jinik û kurê wê ji aliyê polîs ve hatine girtin û li sûcê xwe jî mukir hatine.

Basnews
Top