• Monday, 20 May 2024
logo

Li Hewlêrê zilamekî keça xwe xeniqand!

Li Hewlêrê zilamekî keça xwe xeniqand!
Li Hewlêrê zilamekî keça xwe bi behaneya parastina namûsê xeniqand!

Berpirsê polîsê Hewlêrê Ebdulxaliq Telet ji BasNewsê re got, pêr bi şev li taxa Ayinde ya bajarê Hewlêrê, zilamekî keça xwe ya 22 salî bi navê Çeleng Îbrahîm Ehmed li mal de xeniqandibû.

Berpirsê polîsê Hewlêrê da zanîn, piştî lêkolînan eşkere bû ku keçik bi xortekî re, ku jê hez dikir, reviyaye lê dîsa vegeriyaye mala bavê xwe. Bavê wê jî, bi behaneya parastina namûsa xwe ew xeniqandiye.

Li gorî agahiyên polîs, him bavê keçkê him jî ew xortê ku keçik pê re reviyabû, hatine girtin.

Basnews
Top