Rojhilat – Li Ormiyê di nav du mehan de 10 kes ji ber alkola xirab mirine
Berpirsê navenda rewşên awarte ya Ormiyê Baqir Behramî ji medyaya Îranê re gotiye, di nav du mehên borî de 127 kes li herêma Ormiyê ji ber vexwarina alkola xirab jehrî bûne.
Behramî daye zanîn, ji wan kesên ku jehrî bûne 10 kes mirine.
Li gorî amar û agahiyên wî berpirsê Ormiyê, ji wan kesên ku mirine 6 kes xelkê bajarê Ormiyê bûne, 2 kes xelkê Bokanê, yek xelkê Mehabadê û yek jî xelkê Pîranşarê bûne.
Basnews