• Monday, 20 May 2024
logo

Rojhilat – Di nav çend rojan de 4 kesan xwe kuştine

Rojhilat – Di nav çend rojan de 4 kesan xwe kuştine
Li Rojhilatê Kurdistanê, di nav çend rojan de 4 kesan xwe kuştine.

Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duh êvarê li bajarê Serdeştê jina bi navê Şadî Reşîdî (37 salî) ji ber pirsgirêkên nav malbatê xwe xeniqand.

Li gorî agahiyên Hengawê, pêr jî li Sine jina bi navê Esrîn Zemanî (28 salî), ku dayka zarokekê bûye, li mala bavê xwe de xwe xeniqand.

Heman rojê yanê roja 3 vê mehê, li gundê Dîwzinaw yê bajarokê Kamyaran yê Sine, xortek bi navê Behram Xurde, ji ber bêkarî û belengaziyê xwe kuşt.

Her wiha destpêka hefteya borî li gundê Tîn yê bajarokê Pawe jî xortê bi navê Muslim Heyderî bi xwarina derman xwe kuştibû.

Basnews
Top