Jinekê ji ber hevjînê wê xwest jina duyem bîne xwe şewitand
Îro 29.04.2019ê li bajarokê Silêman Beg a ser bi bajarê Xurmatû jinekê bi neftê xwe şewitand û ji ber rewşa wê giran e, ew rakirin nexwaşxaneya Silêmaniyê.
Rêveberê polîsê Xurmatû Husên Elî ji BasNewsê re ragehand, rewşa wê jinê xirab e, ji ber hevjînê wê xwestiye jina duyem bîne xwe şewitandiye.
Berpirsê polîs Husên Elî got, hevjînê wê jinê li wezareta navxwe ya Iraqê de efser e û her du jî wek netew ereb in.
Basnews