• Monday, 20 May 2024
logo

Li Sakarya kesekî xwest sîvorî bikuje, lê ew mir

Li Sakarya kesekî xwest sîvorî bikuje, lê ew mir
Li bajarê Sakarya yê Tirkiye zilamekî ku xwest sîvoriyê li ser darê bikuje, lê bixwe guleya tivinga xwe canê xwe ji dest da û keça wî jî birîndar bû.



Li gor agahiyan berdest li taxa Karadereya bajarê Sakaryayê Bayram Cansever ê 54 salî li ser darê sîvoriyek dît û xwest ku bikuje.



Cansever ji keça xwe xwest tivinga wî ji şaneşînê (balkon) biavêje jêrê. Keça wî ya 19 salî tivinga bavê xwe avête jêrê, lê ji ber ku tiving erdê ket teqiya Cansever ji singê xwe û keça wî jî ji rûyê xwe birîndar bûn.



Cansever û keça wî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yenîkentê, tevî çareseriyên bijîşkî Cansever ji mirinê rizgar nebû.



Hat ragihandin rewşa keça Bayram Cansever ne dijwar e.

Rudaw
Top