• Tuesday, 21 May 2024
logo

TIRKIYE – Di meha adarê de 27 jin hatine kuştin

TIRKIYE – Di meha adarê de 27 jin hatine kuştin
Li Tirkiyê di Adara 2019an de li gor raporekê 27 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin. Hejmara herî zêde jî li Stenbolê ye ku 8 jin li wî bajarî hatine kuştin.



Platforma Em dê Tawanên li Dijî Jinan Rawestînin (KCDP), rapora xwe derbarê tawanên dijî jinan de ya Adara 2019an eşkere kir.



Li gor wê raporê di meha Adara îsal de li 18 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 27 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin.



Di raporê de hatiye ragihand ku li bajarên Tirkiyê li Stenbolê 8, Li Mêrsînê 2, li Antalya 2, li Enqere 1, Edene 1, Bursa 1, Hatay 1, Îzmir 1, Kirikkale 1, Kırklareli 1, Kocaeli 1, Konya 1, Tokat 1, Trabzon 1, Uşak 1, Gumuşhane 1 û li herdû bajarên Bakurê Kurdistanê Erzirom û Dîlokê jî li her yekê jinek hatine kuştin.



Li gorî raporê di nava 27 jinên hatin kuştin de tawanbarê 9 jinên hatin kuştin nehat diyarkirin. 6 jin ji aliyê zilamê bi wan re zewicîbûn ve hatin kuştin. 4 jin ji aliyê kurê xwe ve 1 ji aliyê nîşaniyê xwe ve hatiyekuştin. Jinek jî ji aliyê pismamê xwe ve hatiye kuştin. Jinek jî ji aliyê zilamê ku hev berdan ve hat kuştin. Jinek ji aliyê zavayê xwe ve hatiye kuştin.

Rudaw
Top