• Tuesday, 21 May 2024
logo

Rojhilat – Di nav du-sê rojan de herî kêm 4 kesan xwe kuştine

Rojhilat – Di nav du-sê rojan de herî kêm 4 kesan xwe kuştine
Li Rojhilatê Kurdistanê, di nav du-sê rojan de herî kêm 4 kesan xwe kuştine.

Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, ji roja 4 vê mehê ve heta niha herî kêm 4 kesan li Rojhilatê Kurdistanê xwe kuştine.

Li gorî agahiyên Hengawê, duhî li bajarê Bokanê, kesekî bi navê C.M. (27 salî), rojekî piştî daweta xwe, xwe bi kindir xeniqand.

Sebeba xwekuştina wî zilamî, ku par jî xwastibû xwe bikuje, hîn nehatiye zanîn.

Roja 5 vê mehê jî xortê bi navê Heyder Heyderî, xelkê gundê Zerdo yê bajarokê Pawe li eyaleta Sine, bi xwarina derman xwe kuştibû. Heyder li bajarê Nexedê dijiya.

Tê gotin ku ew xortê kurd bibû kefîlê kesekî xelkê bajarê Meşhedê bo wergirtina kirêdiya 130 milyon tûmen (derdora 10 hezar dolar), piştî wî zilamê Meşhedî ew dirav dizîbû, wî jî ji kerba xwe kuştiye.

Heman rojê li bajarê Îlamê jî jina bi navê Leyla Sohrabî ji ber pirsgirêkên nav malbatê, bi kindir xwe xeniqandibû.

Roj 4 vê mehê jî li gundê Gengeçîn yê Ormiyê jina bi navê Nûşîn Manewî agir berdabû xwe û can dabû.

Basnews
Top