• Monday, 20 May 2024
logo

Li Nigdeyê kesekî Iraqî xwîşka xwe kuşt, dayîk û bavê xwe jî birîndar kirin

Li Nigdeyê kesekî Iraqî xwîşka xwe kuşt, dayîk û bavê xwe jî birîndar kirin
Li bajarê Nigde yê Tirkiyê di nav malbateke Iraqî de şer û pevçûn derket, Yehya Mihemed Berzo yê 29 salî, xwîşka xwe ya bi navê Nûr Mihemed Berzo bi kêran kuşt û dayîk û bavê xwe jî bi kêran birîndar kirin.



Bûyer, şevê din li Taxa Aşagikayabaşi qewimî. Li gor îdîayan, di navbera malbata Iraqî de nîqaş derketiye lê heta niha nayê zanîn li ser çi bûye. Piştî nîqaş zêde dibe, Yehya Mihemed Berzo, bi kêrê bavê xwe Mihemed Berzo, dayîka xwe Fexriye Xamber û xwîşka xwe Nûr Mihemed Berzo birîndar dike û ew bi xwe jî birîndar dibe.



Li ser banga cîranan bo cihê bûyerê gelek polis û ambûlans tên şandin.



Piştî tîmên tendirûstiyê pişkinînê dikin derdikeve ku Nûr Mihemed Berzo ji ber birînên giran canê xwe ji dest daye. Dayîk û bavê birîndar û kurê wan bi ambûlansan bo Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Zanîngeha Omer Halîsdemîr a Nîgdeyê tên veguhestin.



Hat ragihandin ku rewşa Fexriye Xamber giran e û piştî çareseriya pizîşkî dê Yehya Mihemed Berzo jî bê girtin.



Lêkolînên derbarê bûyerê de jî berdewam in. Lê heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin ka ew malbat xelkê Iraqê ne yan Herêma Kurdistanê.

Rudaw
Top