• Saturday, 18 May 2024
logo

Kirmaşan – Li Ciwanro keça 17 salî xwe kuşt

Kirmaşan – Li Ciwanro keça 17 salî xwe kuşt
Li navçeya Ciwanro ya Kirmaşanê keçeka 17 salî xwe xeniqand.

Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, pêr (14 vê mehê) li bajarokê Ciwanro yê Kirmaşanê keça bi navê Yesra Fethî xwe xeniqand.

Li gorî agahiyan, Yesayê ji ber pirsgirêkên nav malbatê xwe xeniqandiye.

Li gorî amarên Hengawê, ji destpêka îsal ve heta niha herî kêm 8 keçan li Rojhilatê Kurdistanê xwe kuştine.

Basnews
Top