• Wednesday, 22 May 2024
logo

Hewlêr – Endamên eşîrekê li ser pirtûkekê li hev dan!

Gulan Media February 2, 2019 Civakî
Hewlêr – Endamên eşîrekê li ser pirtûkekê li hev dan!
Polîsê Hewlêrê ragihand, endamên eşîrekê li ser pirtûkekê li hev dane!

Şeva borî li taxa Hewlêra Nû ya bajarê Hewlêrê, dengê fîşek û guleyan hat bihîstin.

Li ser wê rûdanê, berdevkê polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz ragihand, melayekî kurd ji eşîra Xeylanî pirtûkek li ser tîr û tayîfên wê eşîra kurd nivîsiye. Di pirtûkê de navê malbatekê nehatiye nivîsandin ji ber wê jî di navbera wê malbatê û malbata wî melayî de şer û alozî derketibû.

Li gorî agahiyên wî efserê polîs, wan malbatan gelek gule berdabûn hev lê di wê aloziyê de tiştek bi ti kesî nehatiye û 6 kes jî li ser wê yekê hatine girtin.


Basnews
Top