Keçên ku li ber kafeteryaya Hewlêrê direqisîn: Bi zorê bi me didan kirin
Hefteya derbasbûyî li ser medyaya civakî vîdeoyek belav bû, ku di dîmenan de du keç li ber kafeteryayekê direqisîn, daku bala muşteriyan bikşînin.
E. E ku 20 salî ye, xelkê Bexdayê ye û nêzîkî 6 meh e li Hewlêrê niştecih e, ew yek ji wan keçan e ku di dîmenan de derketiye dibêje: “Em tevî çend hevalan, bû du meh li kafeteryayê dixebitin, bi şevan jî me dişînin ber deriyê kafeteryayê daku em bala xortan bikşînin.”
N. M keçeke din e ku çend meh e li kafeteryayê dixebite dibêje: “Em çar keç bûn, jineke bi navê Z. serperiştiya kafeteryayê dikir, li me gelek tund bû, piraniya şevan digot divê biçin derve rawestin û bala xortan bo kafeteryayê bikşînin, egerna em ê we ji kar derxin.”
N. M ku 23 salî ye, dibêje ku ew neçar bûye vê yekê bike, ji ber ku hevjînê wê 3 sal e ew berdaye û dibêje "birayên min jî li Bexdayê ne û ti alîkariya me nakin, lewma ez û bavê xwe em hatine li Hewlêrê bi cih bûne, ez bi rêya vî karî debara xwe û debara bavê xwe dabîn dikim, neçar mam ku qebûl bikim daku min dernexin.”
H. F ku xwediyê wê kafeteryayê ye, roja 16-01-2019an li binkeya polîsan îfade daye ku bêyî agahiya wî ev bûyer çêbûye û gotiye ku "ez gelek kêm derfet dibînim ku biçim kafeteryayê", herwiha soz daye ku ew keçên ku li kafeteryayê dixebitin careke din li derveyî kafeteryayê ranewestin û nereqisin.
Roja 17-01-2019an polîsê Hewlêrê du kafeterya girtin. Qaymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd dibêje: “Piştî belavbûna wan dîmenên kafeteryayê li ser medyaya civakî, tevî kafeteryayeke din a bi navê W. hat girtin ku wan jî heman tişt dikir. Em ê cezayê darayî jî bidin xwediyê kafeteryayê, em li ser mafê niştecihbûnê, karta tendirustiyê û zemanî ya 7 keçan lêkolîn dikin ku vî karî dikirin. Em sozname bi wan didin îmzekirin daku careke din vî karî nekin, egerna em ê mafê niştecihbûnê ji wan bistînin û dê careke din nekarin werin Herêma Kurdistanê.”
Rudaw