• Saturday, 18 May 2024
logo

Duhok- Termê kesekî hat dîtin

Gulan Media January 11, 2019 Civakî
Duhok- Termê kesekî hat dîtin
Welatiyekî bajarê Duhokê duh ji mala xwe derketibû û bêserûşûn bibû, îro termê wî hat dîtin.

Berdevkê Rêveberiya Polîsê Parêzgeha Duhokê Hêmin Silêman ji BasNewsê re ragehand ku, duh Çarşemê 9.1.2019 Helkewt Mihemed Ebdulah xelkê bajarê Duhokê ye ji mala xwe derketibû, piştî wê nevegeriyabû mal, îro Pênşemê 10.1.2019 termê wî nêzîkî gundê Berbuhar ya ser bi bajarokê Zawîte li sînorê parêzgeha Duhokê kuştî hat dîtin.

Aşkere kir ku, li gor lêkolînên destpêkê derketiye ku, wî welatî bi demancê xwe kuştiye û niha jî lêkolîn berdewam e.
Top