Li Dîlokê di navbera du malbatan de şerê çekdarî: Kuştî û birîndar hehen
Li gor agahiyên berdest li Kolana Hafiz Tevfîk a Taxa Mevlanayê ya navçeya Şehîtkamîla navend di navbera xizmên jin û mêrekî ku li ber veqetanê ne nîqaş derket.
Di bûyerê de aliyan bi çekan gul berdan hev û di dema bûyerê de li gor agahiyên destpêkê 15 kes birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên cur bi cur ên li bajêr.
Ji birîndarên ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şehîtkamîl Mekbule Denîz (26) tevî midexaleyên canê xwe ji dest da.
Polîsan piştî bûyerê li hawirdor tevdîrên ewlehiyê yên berfireh sitandin û ji bo ku nasnameya kesên ku tevî şer bûne bê tespîtkirin û bên girtin xebat dan destpêkirin.
Rudaw