• Wednesday, 03 July 2024
logo

Yekitiya Zilamên Kurdistanê: Di heyama 10 mehên borî de 45 zilaman xwe kuştine!

Gulan Media November 21, 2018 Civakî
Yekitiya Zilamên Kurdistanê: Di heyama 10 mehên borî de 45 zilaman xwe kuştine!
Yekitiya Zilamên Kurdistanê ragihand, di nav 10 mehên borî de 45 zilaman xwe kuştine û çend zilam jî ji aliyê jinên xwe ve hatine kuştin.

Serokê Yekitiya Zilamên Kurdistanê Burhan Elî ji BasNewsê re got, ji destpêka îsal ve heta niha 517 dosyayên tundiya li dijî zilaman li Başûrê Kurdistanê hatine tomarkirin.

Burhan Elî her wiha got, li gorî amarên ku di destê me de hene ji wê çaxê ve heta niha 45 zilaman xwe kuştine û 4 zilam jî ji aliyê jinên xwe ve û bi alîkariya kesên din hatine kuştin.

Serokê Yekitiya Zilaman da zanîn, 31 zilam jî ji aliyê jinên xwe ve ji mal hatine derxistin û got, yek ji tundiyên din yên ku li dijî zilaman tê kirin, jinên wan piştî cudabûnê zarokan ji wan distînin û nahêlin ew zarokên xwe bibînin.

Li gorî agahiyên Yekitiya Zilaman, rêjeya tundiya li dijî zilaman li gorî par zêde nebûye lê kêm jî nebûye.

Basnews
Top