• Wednesday, 03 July 2024
logo

Li Hewlêrê li ser kişandina serçopiyê şer derket, kuştî û birîndar hene!

Gulan Media November 10, 2018 Civakî
Li Hewlêrê li ser kişandina serçopiyê şer derket, kuştî û birîndar hene!
Li bajarê Hewlêrê di dawetekê de şer derket, kesek hat kuştin û komek kesên din jî birîndar bûn.

Duhî li taxa Kesnezan ya Hewlêrê di nav dawetekê de di navbera çend kesan de şer derket.

Li gorî agahiyan, di wî şerê çekdarî de xortek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Tê gotin ku li ser kişandina serçopiya govendê şer derketiye û yên ku li hev dane jî, mirovên hev bûne.

Basnews
Top