Başûr – Li Koye zilamekî jina xwe kuşt paşê jî xwe kuşt!
![Başûr – Li Koye zilamekî jina xwe kuşt paşê jî xwe kuşt!](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/4b3a5bade9ca7d0ec48c5b4da253c291_L.jpg )
Berdevkê polîsê Koye, Şoreş Kake Fetulla ji BasNewsê re got, îro danê sibê li taxa Azadî ya bajêr zilamekî jina xwe kuşt û paşê jî xwe kuşt.
Sores Kake Fetulla her wiha got, piştî ku em hatin agahdarkirin em çûn cihê rûdanê. Me dît ku zilam bi demançê destpêkê jina xwe kuştiye û paşê jî xwe kuştiye.
Wî efserê polîs da zanîn, cîranên wî zilamî digotin ku ew zilam vê dûmahîkê di warê derûnî de têk çûbû û got, navê wî T. R. û 46 salî bûye, navê jina wî jî Ş.F. û 40 salî bûye, 7 zarokên wan jî hene. Me dest bi lêkolîn û lêpirsînê kiriye.
Basnews