• Wednesday, 03 July 2024
logo

QERS - Keça 9 salî bi kuştî hat dîtin

Gulan Media September 22, 2018 Civakî
QERS - Keça 9 salî bi kuştî hat dîtin
Termê Sedanur Guzel a 9 salî ya ku 7 roj berê li navçeya Kaxizman a Qersê wenda bibû li nêzîkî gundê Pasliyê di bin keviran de hat dîtin.



Li gundê Pasliyê ku 30 kilometra dûrî navçeya Kaxizman a Qersê ye û ku ji 80 malan pêk tê, roja şemiyê (16.09.2018) keça Handan û EAbdullah Guzel a 9 salî Sedanur Guzel li ber mala wan winda bibû.



Malbatê piştî pê hesa ku keça wan winda bûye dest bi lêgerînê kirin û ji fermandariya cendirmeyan alîkarî xwest.



Welatiyên gundê Pasli û tîmên bi ser AFAD û UMKEyê ve li mal û derdora gund ji bo Sedanûr Guzel bibînin ketibûn nav tevgere.



Derbarê windabûna Sedanurê de cîranê wan ê bi navê welatî Ertan.B. hatibû desteserkirin.



Parêzgarê Qersê Rahmî Dogan diyar kir ku termê Sedanurê li nêzîkî gundê Pasliyê hat dîtin û tekez kirk u ew hatiye kuştin û wiha pê de çû: “Bi keviran hatibû nixamdin. Cenaze îro kilometreyek dûrî gund hate dîtin. Kesî hatî girtin berê jî bi kiryarên bi vî awayî hate tohmetbarkirin lê em nizanin vê carê jî ew e, lewma em dê derbarî vê yekê de lêkolînê bikin.”

Rudaw
Top